Dêmariya xwe kuşt 2018-08-10 18:39:49   RIHA –  Li navçeya Wêranşar a Rihayê V.K. û dêmariya xwe ketin qirika hev. Piştî munaqeşeyê V.K. dêmariya xwe bi kêr kir û kuşt.    Li Taxa Cumhûriyetê ya navçeya Wêranşar a Rihayê V.K. (25) û dêmariya xwe K.K. (35) ketin qirika hev û paşê pev ketin. Di dema pevketinê de kur dêmariya xwe kêr kir. K.K. ya ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Wêranşarê, lê belê li nexweşxaneyê ligel hemû mudaxileyan jî nehat xelaskirin.    Piştî bûyerê polîsan V.K binçav kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.