Nûçegihana me Demîr hat berdan 2018-08-10 18:00:50   AMED - Nûçegihana me Rûken Demîr ku 3 rojan li Emniyeta Amedê di bin çavan de ma, îro bi şertê venêrîna edlî hat berdan.    Nûçegihana me Rûken Demîr ku di 7'ê Tebaxê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de hat binçavkirin û polîsan avêt ser mala wê ya li Amedê îro sewqî dadgehê hat kirin û bi şertê venêrîna edlî hat berdan.