ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan 2017-10-20 12:44:13 ENQERE – ÎHD bang kir ku karsaz û parêzvanê mafê mirovan Osman Kavala ê hat binçavkirin serbest bê berdan.  Navenda Giştî ya Komela Mafên Mirova (ÎHD) bi boneya binçavkirina parêzvanê mafên mirova û karsaz Osman Kavala daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD di daxuyaniya xwe banga serbest berdana Kavala kir û wiha got: “Piştî Kavala ku hat binçavkirin û li gel dosyeya lêpirsînê nepen e jî lê çapemeniya alîgirê hikumetê nûçeyên ku serwîs dike em dibînin. Nûçe û rewşa tê axaftin dide xuyakirin ku mexduriyeta Osman Kavala ji ya parêzvanê mafên mirova ên li Buyukada Stenbolê hatin girtin ne cuda ye. Di nûçe û şîroveyên tên kirin de dide xuyakirin ku dixwazin operasyonek siyasî li hember Kavala bê têghiştin. Êrîş û zextên li ser parêzvanên mafên mirovan herî dawî xwe di şexsê Osman Kavala de da nîşandan û didome. Em daxwaz dikin ku Osman Kavala bila demek zûtirîn serbets bê berdan.”