Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî 2018-08-10 16:39:36   STENBOL – Di kêliya Wezîrê Xezîne û Maliye Berat Albayrak aboriya pergala nû aşkere dikir, Dolar 6.80 TL’yî derbas kir û Euro jî derket 7.16 TL’yî.    Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak li Dolmabahçeyê civîna “di pergala nû de nexşerêya aboriyê” li dar xist û bernameya aboriyê aşkere kir. Di kêliya Albayrak diaxivî de dolar bi lez û bez bilind bû û 6.80 TL’yî derbas kir û Euro jî derket 7.16 TL’yî.