‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’ 2018-08-10 15:53:29 AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û bang li rayedaran kir ku soza dane bigirin û xwest demildest kiryaran bibînin.  Baroya Amedê bi boneya kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 137’emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê Firat Ayçîçek û gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku tevî hemû hewldanan dosyeya Elçî hêj nehatiye ronîkirin û kiryaran dernexistin holê.    ‘SOZA XWE BIGIRIN Û KIRYARAN DEMILDEST BIBÎNIN’    Ozmen bi bîr xist ku Elçî tevahiya jiyana xwe di têkoşîna mafê mirovan de da û got: “Tahîr Elçî sembola aştî, biratî û edaletê bû. Wê her tim jî wisa bimîne. Tevî ku em kêmasiyên di dosyeya lêpirsînê de tînin ziman jî, lê tu pêşketîn di dosyeyê de çênebû. Me gellek caran bang li Serokomar, Wezîrê Karê Hundir û Dadê kir. Me gellek caran bang li Serokwezîr û Wezîrê Dadê yê wê demê ku soza dayîna wê dosyeya Elçî çareser bikirina kir. Lê heta niha soza xwe negirtine. Em carek din li vir bang dikin. Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û soza bigirin.”    ‘PEVÇÛN Û ŞIDET BELAVÎ HER DEVERÊ BÛYE’    Serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê Firat Ayçîçek jî destnîşan kir ku pevçûn û şidet li her deverê belav bûye û got: “Divê kujerên Tahîr Elçî demildest bên dîtin û cezakirin.”