Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin 2018-08-10 14:15:54   ERZIROM - Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêça leşkeran de, di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de ji heman malbatê 4 kes hatin binçavkirin. Destûr nayê dayîn gundê palehiyê jî bikin.   Taxa Reşayê Sebrî ya navçeya Golsî ya Erziromê, 20 rojin dibin dorpeça leşkeran de ye. Di serdegirtinên saetên serê sibê de, ji heman malbatê 4 kes hatin binçavkirin. Haydar Oran, kurê wî Cîhan Oran û biraziyê wî Kadir Oran ên li zeviyên xwe gihan kom dikirin, berî 10 rojan hatibûn binçavkirin, di heman rojê de hatibûn berdan. Îro di serdegirtinên malan de Hadar Oran, emîne Oran, Cemîl Oran û Aynur Oran hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku 4 kesên ji heman malbatê hatin binçavkirin li Midûryeta Cendirmeyan a Golsu ya Golsî tên girtin.     'BILA EV DORPÊÇ ÊDÎ BI DAWÎ BIBE'   Welatiyên taxê ji ber dorpêç û operayonê nikarin biçin navenda bajarê û destûr nayê dayîn palehiya zeviyên xwe bikin. Welatiyên taxê, diyar kirin ku bi rojane gundê wan bi maşineyên zirxî hatine dorpêç kirin û helîkopter bi awayekê pir zêde herêmê bombebaran dikin. Welatiyekê taxê yê ji ber ewlekariyê nexwest navê  xwe bide, anî ziman ku bi rojane operasyon berdewam dike û wiha axivî: “Em pirsgirêkên pir mezin dijîn. Destûr nadin mirov biçin navenda bajêr. Em tenê debara xwe li ser çandinî û sewalkariyê dikin. Destûr nadin em palehiya zeviyên xwe bikin û hilberînên xwe ji erdê rabikin. Bi ser çandiyên me de çend caran baran bariya û niha hemû riziyane. Bila ev dorpêç êdî rabe. Leşker her roj ketin û derketina gund digirin. Em pir mexdûr bûne û pirsgirêkên mezin dijîn. Em dixwaazin ev dorpêç bi dawî bibe.”    Li Taxa Reşayê Sebrî, leşkeran di 2’yê Adara 2017’an de jî, bi maşîneyên zirxî bi ser gelek malan de girtibûn û di dema serdegirtinê de gule li maleke vale reşandibûn û ji malê 4 cenazeyên hat îdîakirin ku yên HPG’iyane derxistibûn. Leşkeran derbarê bûyerê de 7 kesên li taxê binçavkiribûn û piştî 3 rojan serbest berda bûn.