Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin 2018-08-10 13:54:39 AMED – Nûçegihana me Rûken Demîr a 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de bû sewqî Dadgeha Amedê kirin.    Nûçegihana ajansa me Rûken Demîr a di çarçoveyek lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat destpêkirin, di 7'ê tebaxê de li mala xwe ya Amedê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Demîr 3 roj bûn li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihat ragirtin. Hat zanîn ku duh êvarê îfadeyên Demîr li Şaxa TEM’ê ya Polîsan a Amedê hat girtin. Demîr a îfadeyên wê hat girtin îro sewqî Edliyeya Amedê kirin.    Hat zanîn ku dê dozgeriya Îzmîrê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya Demîr bigire.