Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû 2017-10-20 12:42:40 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Kerkûk, Dakuk û Xurmatûyê, Celawlaya Diyalayê û Xaneqîn, Dubiza Kerkûkê, navçeyên wekî Şengala Misûlê, navçeyên wekî Mexmûr, Baqirtê, Giwêr, Başîka û Rabiayê û Pirdêya Hewlêrê jî ketin destê Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî. Bi teslînkirina van bajaran re Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35'ê piçûk bû. Piştî di 25'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê referandûm hat lidarxistin, di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê de gengeşiya siyasî derket, di 16'ê Cotmehê de hêzên leşkerî ketin dewrê. Hêzên Heşdî Şabî yên girêdayî Atêşa Iraqê li dijî bajarokên Xurmatû ya Selahadînê, navçeya Dakukê ya Kerkûkê û navenda Kerkûkê bi hemwext êrîş da destpêkirin û ji derveyê hin berxwedanên lokal di demeke kin de herêm hatin teslîmkirin. Beyî ku pêşmerge li ber xwe bidin, herêmên ku hatin radestkirin, di warê aborî-leşkerî-siyasî û dîplonmasiyê de di navbera PDK û YNK'ê de pirsigrêkan rû da û her du aliyan xwe ji mijarê şûşt û her tişt binguhê hev xistin.   LI DÛKANÊ ÇI QEWIMÎ?   Di 15'ê Cotmehê de Serokomar Fuad Masum, li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê bi rayedarên PDK û YNK'ê re hevdîtin pêk anî. Civîna ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û ji YNK'ê Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl, Pawel Talabanî, Mele Bextiyar jî cih gihrtin. Hat îdiakirin ku Fermandarê Tûgaya Qudusê yê girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî jî tev li bûye. Di civînê de çi hat axaftin, teştek bi raya giştî re nehat parvekirin. Lê li gorî agahiyên ku hatine girtin, herêmên ji derveyê paralela 36'emîn dimînin ku ev di çarçoveya xala 140'an de tê dest girtin, dê bên valakirin û teslîmê hêzên Iraqê bên kirin.   KÎ/Ê PEYMAN QEBÛL KIR!   Li gorî çavkaniyên YNK'ê di civînê de PDK'ê peyman qebûl kiriye, lê piştra daye zanîn ku ew ê ji qadên petrolê yên Havana û Bey Hesenê yên li navçeya Dûbiza Kerkûkê venekişin. Li ser vê PDK'ê pêşmergeyên xwe yên li Duhok û Hewlêrê û hêzên xwe yên taybet (Zêrevanî) li Dûbizê bi cih kir. Diviya bû ku ji bo van "herêmên bi nîqaş" Bexda hêj siyaseteke nerm bida meşandin, lê piştî vê hemleyê, helwesta Iraqê hişktir bû. Hêj li ser civînê re çend saet derbas nebû, Artêşa Iraqê bi hêzên Heşdî Şabî re di 16'ê Cotmehê saet di 02.30'an de li dijî Xurmatû, Dakuk û Kerkûkê operasyon da destpêkirin. Bi operasyonê re YNK'ê hêzêxwe ji bajêr kişand. Ji xwe PDK'ê hêzên xwe kişandibûn Dûbizê, tenê li Kerkûkê hêzên asayîşê mabûn.   YJA-STAR: BERDAN Û ÇÛN   DYA'yê jî li baregeha Keywan (baregeha K-1) leşkerên xwe vekişandin. Fermandara YJA-Starê der barê mijarê de agahî da û ev tişt got: "Dema me agahiya pevçûnan bihîst, ji bo em di vî warî de biaxivin me civîn pêk anî û di wê demê de hemû ceperên dora me hatibûn valakirin û me dît ku pêşmerge çûne."   DYA EBADÎ HILBIJART    DYA jî helwesta xwe bi Artêşa Iraqê Heşdî Şabî re muhtemela êrîşek li hember Kerkûkê bi daxuyaniya “Çalakiyên Kordîneyî” danî holê. DYA bi boneya referandûm pêk neye hem bi rêya Nûnerê xwe Taybet Brett McGurk şand Hewlerê û hem jî bi rêya nameya Wezîrê Karê Derve radestî Barzanî kiribû. Lê belê PDK’ê di referandûmê de israr kiribû. Lê DYA bi boneya hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya di 2018’an de propgandaya Ebadî kir.    DYA JI PEYMANÊN PETROLÊ ACIZ BÛ   Her wihda PDK’ê ji sala 2014’an ve petrola Kerkûkê difiroşe Tirkiyeyê. Pereye jê tê jî di Halkbankê ya di lîsteya reş a DYA’yê de radigirt. Di nav salek dawî de peymana bi enerjiya mezin a Rus ya bi Rosneft û Gazpromm 20 sal peyman hat îmzekirin. Vê yekê jî DYA aciz kiribû.    PDK VEKIŞIYA HPG LI BERXWE DA    Bi destpêkirina êrîşan re YNK derbasî Silêmaniyê û PDK jî vekişiya Dubiz û Hewlêrê. Li bajarê Kerkûkê tenê endamên HPG û YJA-Star û hin pêşmêrge û dildar man. HPG’ê banga xeta parastinê li gel kir. Banga HPG’ê erênî hat pêşwazîkirin û di demek kin de bi sedan kes li ber avahiya Tevgera Azadî ya li Duriyana Feylaqê kom bûn. Li aliyê din ê Duriyanê jî endamên asayîşa PDK’ê bi maşîneyên zirxî û çekên giran hildan û ji herêmê dûr bûn. Welatiyên dîtin li ber gel û kamerayan hêzên PDK’ê paş de vedikişin gotin “Ew şer nakin çima ez şer bikim” dev ji çekan berdan û ji heremê veqetiyan.    XETA PARASTINÊ GUHERΠ   Li Duriyan Feylaqê nêzî saetekî pevçûn derket. Piştî pevçûnê HPG, YJA-Star û berxwedêr dîtin ku xeta parastinê li herêmê dê nebe xwedî bersivek ji bajêr ber taxên Rehîmawa, Serçinar û Pence Elî yên li rojhilatê bajêr dikevin ve vekeşiyan. Endamên HPG, YJA-Star, Tevgera Azadî, ciwanên welatparêz û dildar ên ji komeke 50-60 kesî pêk dihatin rojek li vir şer kirin û li Rehîmawa xeta parastinê ava kirin.    HÛRGULIYÊN PEYMANÊ    Li Rehîmawayê berxwedan didomiya û li bajêr taxên kurdan bi temamî hatibûn valakirin. Ev tax di çembera Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî de bûn. Cih bi cih pevçûn diqewimîn. Di vê navberê de hevdîtina têlefonên YNK’iyan zêde bû û hûrguliyên peymanê ronî dikirin. Vekişîna pêşmergeyan û valakirina bajêr piştî çend saetan diyar bû ku yek ji perçeyên li hev kirinê ye. Li Xurmatû, Dakûk û Kerkûkê windahiya canan ku çêbûn encama berxwedana lokal bû.    QADÊN HATIN RADISTKIRIN   Piştî Kerkûk, Dakûk û Xurmatû hat radestkirin navçeyên Diyala, Celawla, Xaneqîn, navçeya Dubîz a Kerkûkê, Navçeya Şengal, Maxmûr, Baqirtê, Giwêr, Başîka û Rabia yên Mûsilê û navçeya Pirdê ya Hewlerê radestî Artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî hat kirin. Bi vî rengî Artêşa Iraqê sînorê beriya êrîşên DAIŞ'ê yên sala 2014'an dîsa bi dest xist. Bi vî rengî ji sedî 35 axa Herêma Kurdistana Federal ket destê Artêşa Iraqê.    VEGERIYAN BERIYA SALA 2014'AN    Di sala 2003'an de piştî rejîma Saddam Huseyin hat hilweşandin, herêm ket destê du rêveberiyank. Herêm di destê rêveberiyan Kurdistana Federal debû. Lê karmenên Iraqê jî li wir peywirdar bûn. Piştî sala 2014'an ev herêmên ku 2 rêveberî lê hebûn ketin destê DAIŞ'ê û Artêşa Iraqê xwe ji vê herêmê paşve kişand. Li şûna Wan Pêşmerge li herêmê bi cih bûbûn. Rêveberî jî ketibû destê Kurdan. Lê di aliyê idarî de girêdayi Iraqê bûn. Piştî peymana li Dukanê di sala 2014'an de wekî rêveberiya du alî hat pêşniyarkirin. Ev plan ji aliyê KDP û YNK'ê ve hat qebûlkirin.    DEST JI FERMANA SERFERMANDAR BERDIN    YNK bi neberxwedanê hat tawanbarkirin. Hat parastin ku li gorî peymanê tev negeriya ye. YNK'ê jî parast ku hemû hêzên li vir yên KDP-YNK'ê ne û hêzên iştirak in. Ji sedî 70 û 80'ê hêzên Pêşmerge ne. YNK'ê diyar kirin ku pêşmerge gerîdayî wezareta Pêşmergeyan in û Serfermandarê wan jî Barzanî ye. Ebadî çend roj beriya êrîşê got "Dest ji referandumê berdin. Werin em li gorî zagona Iraqê hevdîtin bikin. Piştî ji sedî 35 herêm winda kirin gotin "temam".    Berdevkê YNK'ê û Endamê Politbüro Sedî Ehmed Pîrê, di civîn duh ya çapemeniyê de diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi biryar bû çavkaniyên petrolê yên beriya 2014'an de di destê wan de bû dîsa bi dest bixin û wiha got: "Tirkiye, Îran û Iraqê li ser Kerkukê li hev kirin. Li ser navê Îranê Kasim Suleymanî, li ser navê Iraqê Felih Feyaz û li ser navê Tirkiye jî Hakan Fidan beşdarî civina peymanê bûn. Di peymanê de di operasyona Kerkûkê de Serfermandarê Hêzên Kudûsê yên girêdayî Muhafizên Şoreşger ên Îranê Kasim Suleymanî û Musteşarê Mîta Tirk Hakan Fidan jî cihê xwe têde digirtin."