Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin? 2017-10-20 12:41:20 WAN - Hevşaredarê Miksê Mehmet Galîp Aykut ê qeyûm tayînî şûna wî kirin, rûxandina bîrdariya li Parka Miran şermezar kir û got: “Gava me park çêkir malbat ên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin, pir keyfxweş bûn. Gelo dê niha ji van malbatan re çi bêjin?” Şaredariya Miksa Wanê ya DBP'î li Parka Miran, Bîrdariya Komkujya Mîran a di nava parkêde ava kiribû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, park û bîrdarî rûxand û li şûna wê tabeleya “Qada Şehîdên 15’ê Tîrmehê” daliqand. Ev yek rastî bertekan hat. Hevşaredarê Miksê ku li şûna wî qayûm hat tayînkirin Mehmet Galîp Aykut, diyar kir ku  ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, navê parke kirin Miran û wiha axivî: “Bi rûxandina parkê  re dixwazin şopa komkujiyê tune bikin. Bi alîkariya Şaredariya Mezin a Wanê û şarderiya Miksê park hat avakirin. Ji bo her yek mirovên di komkujiya Miran de jiyanan xwe ji dest dayîn, darek hat çandin. Li parkê bîrdariya meşaleyê ku wan kesan temsil dike hat avakirin.”    GELO ÇI PIRSGIRÊKA WAN BI PARKÊ RE HEBÛ?    Aykut, anî ziman ku ev park, parka navçeyê ya tekane ye û wiha got: “Çawan ku qeyûm hat, bi komployekê park tar û mar kir. Gelo çi pirsgirêka wan bi parkê re hebû? Ma çi ji bîrdariya mirovên  hatin qetilkirin xwestin? Ev yek teqez nayê qebûl kirin.”     DÊ ÇI JI VAN MIROVAN RE BÊJIN?    Aykut, destnîşan kir ku ên  ku park rûxandin, gelo dê çi ji malbatên wan re bêjin û wiha bi dawî kir: “Bi hewldana AKP’iyan ev bûyer rûda û park rûxandin. Dema me ev park çêkir, bi taybetî xizmên kesên jiyana xwe di komkujiyê de dayîn, pir keyfxweş bûn. Ev rewş bi wijdanî jî nayê qebûk kirin.”   Li Zozanên Mîran a navçeya Miksa Wanê di 18’ê Tîrmeha sala 1993’yan de 14 jê zarok 24 kes hatibûn qetilkirin.