Krîza aborî li sektora dermanan jî xist 2018-08-10 09:52:58 STENBOL - Hevserokê SES'a ALiyê Anatoliyayê Erdal Guzel, destnîşan kir ku ji ber qûrên dowîzê tim zêde dibin fîrmayan nêzî 800 dermanên ku ji nexweşînên wekî pençeşêrê tên bikaranîn ji piyaseyê kişandine û got: "Eger ev rewş neyê çareserkirin dê bibe sedema encamên dijwar."  Her ku diçe krîza aborî sîrateyî hemû qadên jiyanê dike. Fîrmayên dermanan, ji ber bingeheke teknîkî tune ye nikarin dermanên pençeşêrê hilberînin. Ji bo dermanên ku tên îthalkirin, herî dawî di 14'ê Sibata 2018'an de di navbera Wezareta Tenduristiyê û fîrmayên dermanan de peymanek hat çêkirin. Di dema peymanê de ji bo bfiyet li ser Euro li hev hatibû kirin û wê demê wê demê Euro 2.69 lîre bû. Lê belê ji ber ku di demên dawî de Euro 6 lîre derbas kir, ev yek di sektora dermanan de bû cihê krîzê.    Hevserokê Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakiyî (SES) a Herêma Anatolyayê ya Stenbolê Erdal Guzel, diyar kir ku krîza ku di sektora dermanan de rû bide dê rê li ber rewşên dijwar vebike û divê îktîdar dev ji nêzîkatiya xwe ya bazirganiyî berde û polîtîkayên ji bo tenduristiyê hilberîne.    DI WARÊ DERMANAN DE JÎ PÊGIRTIYÊ DERVE YE    Guzel, destnîşan kir ku polîtîkaya tenduristiyê bi mantiqa bazirganiyê tê kirin û got: "Ev polîtîkayên ku demeke dirêj e hene, bi krîza aborî re derketin meydanç. Me sendîkayan ev yek tim dianî ziman, lê belê em esas nehatin girtin da ku di pergala randevûyê de, xwenegihandina dermanan û sînordarkirina mafên tedawiyê de bû cihê bertekên welatiyan. Her çend polîtîkaya dermanan a Tirkiyeyê baş bê xuyakirin jî, lê di asasê xwe de pêgirtiyê derve ye. Nêzîkatiya sereke ya AKP'ê li ser dengeyên pereyan e û tu alternatîfeke wê tune ye."    DERMAN NAYÊN HILBERANDIN    Guzel got: "Bi krîza dawî re, polîtîkayên tendurstiyê jî rûxiyan. Nêzî 800 derman ji aliyê fîrmayên ku Tirkiye pêgirtiyê wan e ji piyaseyê hatine kişandin an jî bi awayekî sînorkirî tên hilberandin. Ev yek şik û guman li nexweşan peyda kirine. Ji ber ku li Tirkiyeyê hilberandina dermanan tune ye, pêgirtiyê derve ye. NIha ji bo wadeyek kurt derman hene, lê ji bo wadeyeke dirêj krîza dermanan jî hindik maye. Yanî dê serdema tendurstiyê ya li gor pereyan xwe bide der."    Guzel, destnîşan kir ku dermanên ku ji piyaseyê hatine kişandin dermanên biha ne û got: "Ev dermanên navborî jixwe bia wayekî qismî peymana wan bi SGK'ê re hebûn û di tedawîkirina nexweşên rewşa wan giran de dihatin bikaranîn. Dermanên nexweşên pençeşêr û pişikê û hin malzemeyên ortopedîkê bi awayekî qismî ji piayseyê hatine kişandin. Fîrmayên dermanan ji bo lîsansa wan neyê betalkirin bi temamî dermanan ji piayseyê nakişînin. Eger di pêş de ev rewş neyê çareserkirin, dê bibe sedema encamên dijwar."    Guzel, diyar kir ku divê nexweş û ximzên nexweşan li hemberî polîtîkayên heyî tewrê xwe nîşan bidin, divê tevdîr bên girtin û ji bo hilberandina dermanan divê laboratuvar bên avakirin.    MA / Elif Çetiner