Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir 2018-08-10 09:50:43   ENQERE – Dolar bi rekorek nû dest bi rojê kir. Dolar derket 6.20 TL û Euro jî derket 7.09 TL’yî.     Zêdebûn ango bihabûna Dolar nizane sekn çi ye. Kura Dolar serê sibê derket 6.20 TL’yî derbas kir. Euro jî 7.09 TL’yî derbas kir. Piştî krîza Borunson rêveberiya DYA biryara danekirinê danî ser Tirkiyeyê. Piştî vê biryarê heyetek ji Tirkiyeyê çû DYA û hevdîtin pêk anî. Ji ber hevdîtin serkeftî derbas nebûn, dolar bi lez û bez bihabûn.    Îro saet di 14.30’an de Wezîrê Xazîne û Maliyeyê Berat Albayrak dê modela aboriyê aşkere bike.    ERDOGAN: YÊN WAN DOLARÊN WAN HEBIN, Ê ME JÎ XWEDAYÊ ME HEYE   Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî duh li bajarê xwe Rîzeyê daxuyanî da û têkildarî bihabûna dolar got: “Kampanyayên cûr bi cûr didomin. Guh nedin van kampanyayan. Dolarên wan hebin, ê me jî gelê me, mafê me û Xwedayê me heye.”