Li Hatayê 7 kes hatin girtin 2018-08-09 21:00:33   HATAY - 7 kesên ku li Hatayê bi hinceta amadekariyên çalakiyê dikirin hatin binçavkirin hatin girtin.    Li navçeya Hassa ya Hatayê bi hinceta di wesayîtên wan û di mala wan de madeyên sotemeniyê hatine dîtin, 9 kes hatin binçavkirin. Ji van 9 kesên hin jê ji Sûriyeyê ne 7 jê piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Hatayê hatin kirin. Dozgeriyê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtin 7 kes sewqî dadweriya lêpirsînê kir. Dadweriyê jî bi heman îdiayê biryara girtina her 7 kesan da.    Hat hînbûn ku li emniyetê karên îfadedayînê yên 2 kesên din jî didome.