Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin 2018-08-09 16:54:13   AMED –  Tê payîn ku dê nûçegihana me Rûken Demîr ku du roj berê di avêtina ser malê de hat binçavkirin, sibê sewqî dadgehê bê kirin.    Nûçegihana ajansa me Rûken Demîr a du roj berê li Amedê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Polîsan a Amedê tê ragirtin. Demîr a di çarçoveyek lêpirsîna li Îzmîrê hat binçavkirin li emniyeta Amedê îfadeyên wê hat girtin. Hat zanîn ku Demîr bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Li ser navê rêxistinê çalakî û xebat pêk aniye” tê sûcdarkirin. Demîr a li gel parêzerê xwe îfade da, tê payîn ku dê sibê sewqî dadgehê bê kirin.