Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde 2017-10-20 11:55:07 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hêzên Artêşa Iraqê bi ser bajaroka Pirdê de girt û şer derket. Di şer de Artêşa Iraqê bajarok desteser kirin.  Serê vê sibê hêzên Arteşa Iraqê bi ser bajaroka Pirdê ya dikeve ser bi Parêzgeha Kerkûkê de girt. Piştî serdegirtinê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derket. Hêzên Iraqî dest danîn ser bajaroka Pirdê û bajarok dagir kirin. Hêzên Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ku hemû herêma Kerkûkê girtine bin kontrola xwe serê vê sibê jî li devera Pirdê bi pêşmergeyan re şer kirin. Artêşê piştî şer dest danîn ser bajaroka  Pirdê.