Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin 2018-08-09 16:33:02 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtina parêzeran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cara 779’emîn red kir.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran nirxand û cara 779’emîn red kir. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 779’emîn daxwaza hevdîtina bi Ocalan re tê redkirin.