Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne 2018-08-09 15:58:27 STENBOL – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku li dijî partiya wan polîtîkaya zext û çokşikandinê didome û got: “Em ê li dijî polîtîkaya binçavkirin, revandin û çokşikandinê bersiva herî xurt bi rêxistinbûnê û têkoşînê bidin.”  Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya bertek nîşanî binçavkirin û zextên rêveber û endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê bidin li avahiya rêxistina partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr û gellek kes tev li civînê bûn.    ‘EM Ê GAV BI PAŞ VE NE AVÊJIN’    Di civînê de ewil endamê Desteya Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ridvan Ozturk axivî û diyar kir ku ew ê li dijî rejîma zextê serê xwe netewînin û got: “Di demên dawî de li her qadên jiyanê li dijî ciwanan zextên giran hene. Erdogan partiya me hedef nîşan dide û li bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqere û Amedê û gellek deverên din li dijî xebatkarên me zext û binçavkirin zêde dibe û tên revandin. Hevalên me çend rojan di binçavan de dihêlin û îşkenceyek giran li wan dikin. Sîxûriyê li ser hevalên me ferz dikin. Di demên dawî de li Setenbolê 15 hevalên me hatin binçavkirin û 6 ji wan hatin girtin. Em ê li dijî hemû zextan jî têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê paş ve gav ne avêjin.”    ‘EM BI RÊXISTINBÛNÊ BERSIV BIDIN’    Piştî Ozturk, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî axivî û destnîşan kir ku AKP li dijî partiya wan polîtîkaya zext û çokşikandinê pêk tîne û wiha axivî: “Di salên 90’î de Torosên Spî hebûn, lê niha Fluence di dewrê de ne. Li dijî endamên me yên ciwan û rêveberên partiya me pêla binçavkirinê dane destpêkirin. Em van pêkanîna bi tundî şermezar dikin Em ê li dijî polîtîkaya binçavkirin, revandin û çokşikandinê bersiva herî xurt bi rêxistinbûnê û têkoşîne bidin. Em ê serê xwe li dijî tu gefên Erdogan û rêveberên wî netewînin.”    ‘ERDOGAN BERPIRSYAR E’    Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya jî anî ziman ku li dijî hemû beşên civakê zext tên kirin û got: “Berpirsyarên van hemû pêkanînan AKP û Erdogan e.”