Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn 2018-08-09 15:33:34 COLEMÊRG -Li dijî baregeha navendî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê êrîş pêk hat. Yek jê giran 5 leşker birîndar bûn.    Walîtiya Colmêrgê, ragihand ku li dijî Baregeha Navendî ya Çiyayê Guven a navçeya Çelê ya Colemêrgê êrîş pêk hat.  Walîtiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyak nivîskî weşand û wiha got: “Di saetên serê sibê de li dijî baregeha leşkerî êrîş pêk hat. Yek jê giran, 5 leşker birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Çelê û Colemêrgê.”