Ji bo hevalên xwe yên girtiyên nexweş ji ÎHD’ê re name şandin 2018-08-09 15:29:27   WAN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, di nameya şandin de, bal kişandin ser rewşa tenduristiya hevalên xwe Engîn Aydinalp û Omer Çeken.   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Wanê re şandin û bal kişandin ser şertên girtîgehê û rewşa tenduristiya hevalên xwe. Girtiyan, di nameya li ser navê 59 girtiyan şandin de, diyar kirin ku li 4 qawîşan 59 girtî dimînin. Girtiyan, dan zanîn ku derfetên jiyanê yê di girtîgehê de pir zore û wiha gotin: “Ji ber avaheya rewa bi taybetî girtiyên nexweş rojên zor û zehmet derbas dikin. Daxwazên me yên çûyîna nexweşxanê bê bersiv dimînin.”   Girtiyan, destnîşankirin ku hevalê wan ê bi pençeşêra MNS Koçer Ozdal, ji bo dermankirin bibirin Enqerê û  wiha dewam kirin: “Hevalênme yên 27 salin di girtîgehê de, Engîn Aydinalp û Omer Çeken jî rewşa ne başe. Bijîşkan ji bo hevalê me Engîn Aydinalp gotin ‘qismî felç derbas dike.’ Bijîşk pêşniyar dikin ku bê emeliyatkirin, lê riska jiyana xwe ji dest bide û felçê derbas bike heye. Divê hestiyên wê bên traş kirin û li şûna wan platîn bên lêxistin. Ji ber rîska felçê niha em rawestiyane. Ligel vê nexweşiya Aydinalp, gelek nexweşiyên wî yên cîdî hene.”     Girtiyan, di nameya şandin de wiha behsa rewşa tenduristiya Omer Çeken kirin: “Nexweşiyên Çeken ên postat, li ser kezeba wî ya reş leke heye, bronşîta kronîk, fitiqa pişt û stû, nexweşiyên mîdê, basor, nexweşiya sedef û varîsê hene.”    SEROKÊ ŞAXA ÎHD’a WANÊ: DESTHILATDAR TU GAVAN NAVÊJE   Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Murat Melet, diyar kir ku şert û mercên jiyanê yên di girtîgehan de her ku  diçin girantir dibin. Melet, da zanîn ku rejîma Tirkiyeyê qet nirxê nade mirovan û wiha  got: “Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Lê desthilatdariya siyasî tu gavên mirovî navêje.”