Rêxistin û sendîkayan piştgirî dan TTB’ê 2018-08-09 13:19:11 ENQERE - Rêxistinên pişeyî û nûnerên sendîkayan, têkildarî lêpirsîna îdarî ya derbarê endamên MK TTB’ê ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê hat vekirin de, daxuyanî dan û gotin: “Em piştgiriyê didin helwesta TTB’ê ya li dijî şer û bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku peywira xwe nebaş  bikar neyîne.”  Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Konfederasyona  Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB),  li dijî danekirinên endamên TTB’ê ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin kirin, civîna çapemeniyê li derxistin. Civîn li avahiya Navenda Giştî ya TMMOB’ê pêk hat. Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz û serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman beşdarî civînê bûn.    Seroka Giştî ya TMMOB’ê Emîn Koramaz, daxuyanî da û wiha axivî: “Piştî  Konseya Navenda TTB’ê daxuyaniya ‘Şer pirsgirêka tenduristiya gelekê” weşand, hat hedefgirtin. Endamên TTB’ê hatin binçavkirin û berdan. Lê dûre Wezareta Tenduristiyê derbarê endamên MK’a TTB’ê lêpirsîn vekirin û zextê li wan dike. Wezareta Tenduristiyê bi van pêkanînin hewl dide TTB’ê bê bandor bike, falîyetên wan asteng bike û dibin zextan de bihêle.”   Koramaz, anî ziman ku ew zextên li ser TTB’ê şermezar dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em piştgiriyê didin helwesta TTB’ê ya li dijî şer û aştîxwaz û em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku peywira xwe nebaş  bikar neyîne.”   Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.