Cenazeyê ciwanê windabûyî hat dîtin 2018-08-09 12:21:36   SÊRT – Li Sêrtê Hakim Ayhan (19) ê astengdarê zihnî di 6 tebaxê de winda bûbû. Cenazeyê Ayhan di Çemê Kezerê de hat dîtin.    Li Sêrtê di 6’ê tebaxê de Hakîm Ayhan (19) ê astengdarê zihnî winda bûbû. Ev 4 roj in agahî ji Ayhan nedihat girtin û ji bo dîtinê lêgerîn hatibû destpêkirin. Di encama lêgerînê de cenazeyê Ayhan di Çemê Kezer de hat dîtin. Zarokên li benda çem cenaze dîtin û agahî dan xwediyê tesîsek nêz. Xwediyê tesîsê çû cenaze ji avê derxist û agahî da saziyên pêwendîdar.    Li ser vê yekê komên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û cenaze bi ambulansê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Malbatê piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê zarokê xwe li Goristana Zeviyê defin kir.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Malbatê jî diyar kir ku ew ji mirina zarokên xwe bi guman in û dê ji bo mijarê serî li rêya hiqûqî bidin.