Parêzerên Ocalan cara 779’emîn serî li dozgeriyê dan 2018-08-09 11:30:41   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Mêhdî Oztuzun bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 778 car bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keştî di tamîrê de ye”, “Rewşa Awarte” û “Anîna sînorkirina der barê girtî de” hat redkirin.