Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê 2017-10-20 11:23:44 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û malbatên girtiyên PKK'ê yên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin seri li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Xwişk û Birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, bi armanca biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parezerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbatên girtiyên PKK'ê Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.