Ciwanên HDP'ê ji bo şahiya ciwanan bang li herkesê kirin 2018-08-09 09:17:20 AMED - Ciwanên ku dê tev li şahiya ciwanan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bidin ku dê di 11'ê Tebaxê de bê lidarxistin gotin: "Heta niha bi tu awayî me çong danenî, em ê niha jî daneynin û em herkesê vedixwînin şahiyê."    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Tebaxê de bi dirûşmeya "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bidomînin dê li Qada Îstasyonê ya Amedê şahiya ciwanan li dar bixe. Dê tevî parlementerên HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl, Koma Çiya, Azad Penar û Rûken Yilmaz bi stranên xwe û Koma Erbaneyê ya Jinan tev li şahiyê bibin.    ‘EM Ê QADA ÎSTASYONÊ VEGUHERÎNIN QADA AZADIYÊ'    Mehmet Kapirçîn (60) destnîşan kir ku ew ê bi ruhê Newrozê tev li şahiya ciwanan bibin û divê lii dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê herkes tev li şahiyê bibe. Kapirçîn got: "Divê gelê Amedê hemû tev li şahiyê bibe. Divê wê rojê Qada Îstasyonê bibe qada azadiyê. Em ê li ber stranên azadiyê gvendê bigerînin."    Ozlem Noyan (24) destnîşan kir ku divê li dijî çewisandinan herkes bi rengê xwe tev li şahiyê bibe û got: "Em dixwazin jinên me, mirovên me, ciwanên me û zarokên me tev li şahiyê bibin û govenda azadiyê bigerînin. Em di bin çewisandin û zulmê de ne. Dixwazin gel biçewisînin. Lê dê ev gel netepise û dê zilmê qebûl neke. Ev şahî li dijî çewisandin û tepisandinê ye. Dê ev yek nîşaneya ku em serî natewînin be. Bila dewlet baş zanibe ku em natirsin û em ê serî netewînin."        'EM XWEDÎ LI CIWANAN DERKEVIN'    Hazal Dayan (55) jî diyar kir ku divê jin û ciwan tev li şahiyê bibin û got: "Ciwanên me daxilî tiryak û esrarê dibin. Divê xwe ji vê xelas bikin. Loma çalakiyên bi vî rengî hewce ne. Divê em dayik destekê bidin wan. Loma divê dayik û jin hemû tev li şahiyê bibin. Em xwedî li ciwanên xwe derkevin. Em coşeke mezin tev li şahiyê bibin."    Okan Kaya (22) jî bal kişand se rpolîtîkayên dewletê yên di salên dawî de li ser xwendekarên lîse û zanîngehê didde meşandin û got: "Ciwanên Amedê dixwaze bi pratîka xwe vê pratîka dewletê birûxîne. Dê vê yekê jî bi şahiyeke mezin, li Qada Îstasyonêtevî gel bike. Gelê Amedê gelekî bi rûmet e, baş dizane dê kengî çi û çawa bike. Heta niha me bi tu awayî çok daneniye, em ê ji niha û pê de jî daneynin û em li benda herkesî ne."