‘Ne aştiya îmarê, talankirina bajêr e' 2018-08-09 09:13:52 RIHA – Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Selîm Açar, sererastkirina Aştiya Îmarê nirxand û bilêv kir ku ev tê wateya talankirina bajêr.  Di 10'ê Gulanê de di çarçoveya sererastkirina bacan û deynên din de Aştiya Îmarê jî di Desteya Giştî ya Meclîsê re derbas bû. Tê payîn ku dê 15 milyon avahî sûdê ji vê yekê bigirin. Ji bo vê yekê serlêdanên "Belgeya Qeydkirina Avahiyê" di 8'ê Hezîranê de dest pê kirin û dê 31'ê Cotmehê de bi dawî bibe. Hat diyarkirin ku heta niha nêzî 3 milyon kes serî lê dane.    Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Selîm Açar, sererastkirina "Aştiya Îmarê" nirxand û destnîşan kir ku ev yek tê wateya talankirina bajêr. Açar, diyar kir ku Qanûna Aştiya Îmarê bi lez û bez hatiye amadekirin û geleke çewtiyan di xwe de dihebîne.    ‘XERCÊN KU TÊN RAZANDIN DIBE KU SIBÊ BIŞEWITIN'    Açar, diyar kir ku welatiyên ku li gorî qanûna aştiya îmarê avahiyên xwe çêkirine tên cezakirin û welatiyên ku avahiyên xwe bi qaçaxî çêkirine û raçînga bajêr xera kirine jî tên xelatkirin. Açar, anî ziman ku dema dewlet ev qanûn amade kiriye baş li ser hûr nebûye. Açar, destnîşan kir ku di qanûnê de hemû berpirsiyarî li ser beyana welatiyan hatiye barkirin û got: "Dema welatî dibêje li vira avahiyeke min a deh qatî heye, dewlet nabêje 'li wir avahiya te ya deh qatî tune ye'. Dema li gor avahiyeke deh qatî xercê radizîne, dibe ku sibê ew xerc bişewite. Ev yek ji bo avahiyên ku li qadên civakî, li ser rê û parkan hatien çêkirin ne derbasdar e. Eger nêviyê mala welatî di rê de be û serî li aştiya îmarê bide, dibe ku sibê xerca wî bişewite."    ‘DI QANÛNÊ DE NAKOKÎ HENE'    Açar, destnîşan kir ku di qanûnê de xerca avahiyeke ku li Stenbolê bi qaçaxî hatiye çêkirin û ya avahiyeke ku li taxeke dera han a Rhayê hatiye çêkirin heman xerc e. Açar got: "Ma bihayê emlakî yê van avahiyan heman tişt e ku xerca wan wekhev be." Açar, anî ziman ku ev qanûn qanûneke bêedale e. Açar diyar kir ku dê aştiya îmarê bi awayekî neyînî tesîrê li bajaran bike û di nav vê qanûnê de gelek nakokî hene. Her wiha Araç diyar kir ku di dahata ku bi vê qanûnê bi dest bikeve dê qadên veguherîna bajêr bên islah kirin.