Rojnameger Akgul hat girtin 2018-08-08 16:57:56 MÊRDÎN - Nûçegihanê DÎHA yê berê Ugur Akgul ê di saetên serê sibê de hat binçavkirin, hat girtin.  Nûçegihanê berê yê DÎHA ku bi KHK’ê hat girtin Ugur Akgul ê li navçeya Qosera Mêrdînê dijiya di saetên serê sibê de hatibû binçavkirin. Ji ber ku cezayê 2 sal û 6 meh ê Ugur hatibû erêkirin, hat girtin. Ugur ji ber ku nûçeyên di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Nisêbînê nivîsandibûn de lêpirsîn derbarê wî de hatibû vekirin û di çarçoveya lêpirsîn de dadgehê 2 sal û 6 meh cazayê girtîgehê li Ugur birîbû. Hat diyar kirin ku piştî kar û barên li Midûryeta Polîsan dê Ugur bibin  Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.