Kurê xwe yê 13 salî bi zincîrê girê da 2018-08-08 13:40:39   RIHA – Li Rihayê zarokek 13 salî ji aliyê bavê xwe ve bi zincîrê bi paceyê ve hat girêdan. Li ser gilîkirina şêniyên taxê polîs çûn zarok xelas kirin û bav Îbrahîm Halîl Y. binçavkirin û pişt re berdan.    Li taxa Dogukentê ya navçeya Karakopru ya Rihayê zarokê bi navê Yusuf Y. yê 13 salî ji aliyê bavê xwe Îbrahîm Halîl Y. ve bi paceya malê ve bi zincîrê hat girêdan. Şêniyên taxê yên zarok dîtin, rewşê ji polîsan re ragihandin. Polîs çûn cihê bûyerê û zincîrê ji stûyê Yusuf Y. vekirin û ew rizgarkirin. Hat zanîn ku zarok li ber keleqija germa havînê hatiye girêdan.    Zarok ê ji halê xwe çûbû piştî hat rizgarkirin ji polîsan re got bavê wî vî halî aniye serê wî. Li ser vê yekê polîsan bav Îbrahîm Halîl Y. binçav kir.    Polîsan piştî kontrola tenduristiyê bav û kur birin navenda polîsan û îfadeyên wan girtin. Îbrahîm Halîl Y. piştî kar û barê li emniyetê derxistin dadgehê û bi “şertê kontrola edlî” hat berdan.