Cenazeyê jina mirî ya hatibû dîtin diyar bû 2018-08-08 11:57:18   RIHA – Hat diyarkirin li Rihayê cenazeyê di qenala avê de mirî hat dîtin aîdî mamosteya tekvando Emîne Eskî ya 30 salî ye.    Li taxa Bakimli ya navçeya Halîliye ya Rihayê di 4 tebaxê de şêniyên taxê di qenala avê ya aîdî Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) de cenazeyê wê dîtibûn û ji ber li ser nasname tune bû nasnameya wê aşkere nebûbû. Piştî polîsan lêpirsîn pêk anî nasnameya cenaze diyar bû. Hat diyarkirin ku cenazeyê di qenala avê de mirî hat dîtin ê mamosteya tekvandoya zarokan a li Navenda Perwerdehiya Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dixebite Emîne Eskî ya 30 salî ne.    Eskî di 1’ê tebaxê de ji mal derketibû û agahî jê nehatibû girtin. Piştî lêpirsînê malbat cenazeyê keça xwe teşhîs kir. Malatê piştî teşhîsê cenazeyê keça xwe li Goristana Bedîuzzaman defin kir.    Li gorî lêpirsîna bûyerê di kamerayên mobesê de hat xuyakirin Eskî herî dawî roja bûyerê bi wesayîta xwe di nêzî kenala avê de derbas dibe.