OSO Êzîdiyên Efrînê bi zorê rêdikin mizgeftan û malên Elewiyan jî dikin Mizgeft 2018-08-08 11:03:14 EFRÎN - Komên Feyleq El-Şam ên girêdayî TSK’ê zarokên Êzidî yên gundê Basûfanê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi darê zorê rêdikin mizgeftan. Komên bi navê Ketîba El-Hemzet jî, dibistan û hin malên sivîl ên Elewiyan ên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên Şerîetê. Hat diyar  kirin ku kesên vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û îşkence kirin.      Komên OSO yên girêdayê Artêşa Çekdarên Tirk (TSK) kiryarên guherandina demografî û pişavtina gelê Efrînê berdewam dikin. OSO ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û vir ve hemû cih û warên dîrokî, pîroz ên Êzidiyan û Elewiyan tarûmar kirin, niha jî pişavtinê û guhertina ol li ser Êzidî û Elewiyên li herema Efrînê zextan dikin. Ji aliyekî ve komên Feyleq El Şam ên girêdayî Tirkiyeyê zarokên Êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan, li aliyê din jî komên Ketîba El Hemzet jî dibistan û hin malên Elewiyan dikin mizgeft û dibistanên Şerîatê.    ZAROKÊN ÊZIDÎ BI ZORÊ DIBIN MIZGEFTAN    Li gorî agahiyên çavkaniyên heremî, hat diyar kir ku komên Feyleq El Şam, li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê zarokên Êzidî ji malan derdixin,  bi zorê dibin mizgeftan, li ser ola Îslamê dersan didin wan û Quranê fêrî wan dikin. Çavkaniyên herêmî, destnîşan kirin ku kesê bi navê X.K ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li gund rastî îşkenceya komên Feyleqe  El Şam hatiye û jineke ciwan a Êzidî revandin û agahî jê nayê girtin.    MALÊN ELEWIYAN DIKIN MIZGEFT   Li gorî agahiyan, hat diyar  kirin ku kiryarên bişavtinê ne tenê li ser civaka Êzidî, di heman demê de li ser civaka Elewiya ya li Efrînê jî tê meşandin û  wiha hat gotin: “Komên Ketîbeya El-Hemzet dibistana gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta ya Efrînê veguhestine dibistanek Şerîetê û tenê dersa ola Îslamî tê de didin. Li aliyê din mala jina Elewî ya bi navê Henan Ereba jî veguhestine mizgeft û tê de dersên Ola Îslamê didin.”     Hat destnîşankirin ku li heman herem 3 xaniyên Elewiyan ên ji heremê hatine derxistin jî, ji bo veguherînin mizgeftê amadekarî tên kirin.