‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’ 2017-10-20 09:26:43 MÊRSÎN – Yek ji mexdûrên Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê Ersin Okur ku mehek berê dîsa hatibû girtin, li Girtîgeha Tarsûsê hat îşkencekirin. Parêzerê Okur, Mehmet Altuntaş anî ziman ku gardiyanan êrîşî muwekîlê wî kiriye û jê re wiha gotine: “Tu li pozantiyê jî nebûyî zilam, lê em ê te li vir bikin zilam.”  Yek ji mexdûrê Girtîgeha Pozantiyê ku bi îşkenceya li wan hat kirin û wek “Zarokên kevir avêtin” ketin rojevê Ersîn Okur, mehek berê dîsa hat girtin û ew birin Girtîgeha Tarsûsê. Hat diyarkirin gardiyanan Okur îşkence kirine. Parêzer Mehmet Altuntaş bi muwekîlê xwe re hevdîtin çê kir. Altuntaş ragihand ku, gardiyanan muwekîlê wî Ersîn Okur û hevalên wî derb kirine û ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin 14 rojan di nav nivînan de mane.    'JI DÊVLA RAPORÊ HEBA ÊŞBIRÎNÊ DIDIN’    Altuntaş, da zanîn ku nêzî mehekê ye ku muwekîlê wî girtiye û wiha got: “Dema muwekîlê min û girtiyên bi navê Deniz Ozdemir, Ridvan û Ramazan şandin girtîgehê, ji aliyê 4 personelên girtîgehê ve lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Ji ber li dijî vê ferzkirinê derketine personelên girtîgehê êrîşî wan dikin û bi awayekî dijwar tên derbkirin. Ji ber vê 14 rojan di nav nivînan de dimîne. Nayê tedawîkirin. Piştî 14 rojan şûnde Okur dibin revîrê. Cihê xwe yê derbkirinê rê bijîşk dide, lê belê ji dêvla raporê bide heba êşbirînê ya bi navê ‘Parolê’ dide.”    ‘GARDIYAN: EM Ê TE BIKIN ZILAM’    Altuntaş, anî ziman ku li Ersîn Okur û hevalên wî lêgerîna tazî tê ferzkirin û wiha got: “Gardiyan ji Okur dipirsin ka berê di girtîgehê de maye yan na. Dema okur dibêje ew di Girtîgeha Pozantiyê de maye, bi pehîn û kulman lê didin. Di êrîşan de çar diranên Deniz Ozdemir, Ridvan û Ramazan dişikên. Her wiha gardiyan jê re dibêjin ‘tu li pozantiyê jî nebûyî zilam, lê em ê te li vir bikin zilam.’”    ‘HÛN Ê ÎTAATÎ ME BIKIN’    Altuntaş, diyar kir ku muwekîlê wî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine û qawîşa ku muwekîlê wî lê dimîne bi zorê hatiye belavkirin û ji ber li ser piya jimarî nedane sixêf û heqaret li wan hatine kirin. Altuntaş, anî ziman ku gardiyan ketine qawîşa ku Okur lê ye û ji girtiyan re wiha gotine: “Hûn ê îtaatî me bikin, em bêjin çi hûn ê bikin.”    Altuntaş, diyar kir ku muwekîlên wî der barê îşkenceyê de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê gilî kirine.