Li bazara heywanan a herî mezin rewşa sewalvanan ne tu rewş e 2018-08-08 09:19:49 RIHA - Li Rihayê, çavê sewalvanan li Cejna Qurbanê ye. Çend roj ji cejnê re mane, lê belê li bazara heywanan hîn jî tu liv û tevger xuya nabin.  Li Bazara Heywanan a Rihayê, çavê sewalvanan li Cejna Qurbanê ye. Çend roj ji cejnê re mane, lê hîn jî li bazar tu liv û tevger naxuyên. Sewalvanan diyar kir ku ew sibehê zû tên bazarê û ji bo cejnê amadekariyan dikin. Sewalvanan got, fiyetên heywanan ne biha ne lê belê ji ber ku pere bi gel re tune ye, fiyet ji wan re zêde tê.    ‘JI CEJNÊ RE ÇEND ROJ MANE, LÊ BELÊ TU TIŞT NAYÊ FIROTIN'    Sewalvan Ahmet Baksiz, diyar kir ku çend roj ji Cejna Qurbanê re mane, lê belê tu heywan nefirotine û rewşa karê wan ne tu rewş e. Baksiz, destnîşan kir ku ew heqê keda xwe nastînin û her çedn bazara wan bazara herî mezin a heywanan be jî, rewşa karê wan ne tu rewş e. Baksiz, bilêv kir ku dema ew rojê Kurban bayramı yaklaşmasına rağmen satışlarda halen bir artışın olmadığını söyleyen besici Ahmet Baksız, satışların çok kötü olduğunu ve kar ede lîreyî qezenc dikin kêfa wan tê û got: "Lê ew 20 lîre jî ji me re namîne. Em bi wî pereyî jî mazotê dixin wesayîtê. Dema em zirarê nekin em kêfxweş dibin. ELê em bi zirarê dixebitin. Dema em rojê heqê du sê nanan bibin malê, em kêfxweş dibin. Jixwe em dizanin em ê wekî din qezenc nekin. 7 zarokên min hene, 3 jêd ixebitin. Eger wisa dewam bike ez ê nikaribim wan bidim xwendin. Ji bo başbûna kar tu hêviya min tune ye."    HINDIK MAYE DEV JI SEWALVANIYÊ BERDIN    Sealvan Alî Karabacak jî bilêv kir ku ji ber ji Cejna Qurbanê re hindik maye ew kêfxweş in, lê belê niha jî kar tune ye. Karabacak, anî ziman ku 30 sal in ew sewalvaniyê dike û got: "Em heqê rya xwe jî dernaxin. Berê me di cejnan de gelek heywan difirotin. Em bi hesreta wan cejnên berê ne. Hindik maye dev ji sewalvaniyê berdim. Ewqas em ditahbin, lê tu fêde wê tune ye. Dê heta kengî wisa dewam bike nizanim, lê rewş nebaş e."    Sewalvan Alî Îlîngî jî anî ziman ku rewşa piyaseyê ne tu rewş e û êdî wan dev ji qezencê berdaye em ketine etra xelaskirina sermayeya xwe. Îlîngî bilêv kir ku êdî ew nikarin sermayeya xwe jî derxin û got: "Wezaretê got ez ê sewalvaniyê biqedînim û ji bo vê serî li îthalkirina heywanan û goşt da. Ji ber ku fiyetê ka û êm zêde bû, ji mecbûrî me jî fiyet zêde kirin. Ji ber vê gel jî nikare heywanan bikire. Piraniya kirîgeran bi meaşekî kêmtirîn dixebitin. Meaşê kêmtirîn hezar û 600 lîreyî ye. Ma dê kesekî bi meaşê kêmtirîn çawa bi hezar lîreyî heywan bikire? Du sal in em di krîzê de ne. Wisa dixuyê ku dê ev rewş baş nebe. Niha 250 heywan li cem min hene. Hîn kesek jî nehatiye ji bo cejnê heywanek nekiriye."    MA / Muhammed Abdulkadir Esen