Berê kameraya xwe dide jinan 2018-08-08 09:17:31 STENBOL – Derhêner Cemre Yilmaz ku pirsgirêkên jinan paşguh nekir û bere qamereya xwe da jinan û diyar ku ji bo wê ya girîng di sînemayê de dayîna hesta jinê ye. Yilmaz got ku di wê baweriyê de hest jinan bigihîne cihekî baş. Têkoşîna jinên derhêner a di beşa sînameyê de ku bûye wek beşeke zilaman zêde dibe û têkoşerên nû lê zêde dibin. Van jinên ku pirsgirêkên jinan paşguh nakin, bi têkoşîna xwe ya femînîst re berê qamereyên xwe didin jinan. Senarîst û derhêner Cemre Yilmaz jî yek ji van jinan e.    LAL, VAHÎDE Û MIJÛLIYÊN ODEYÊN MUEYNEYÊ   Yilmaz senaristiya Fîlmên bi navê “Lal”, “Vahîde” û “Mijûliyên Odeyên Mueyneyê” ku di wan de qala azadî û mijûliyên jinan tê kirin, kiriye. Em bi Yilmazê ku senarîstî û kişandina van filman û bi dehan fîlmên din din kiriye re li ser sînemayê axivîn.   ‘FÎLMÊ YEKEMÎN CESARETA ME ZÊDE KIR’   Yilmaz diyar kir ku cara yekemîn li ser Berkîn Elvan ê ku di “Têkoşîna Geziyê’ de hatiye qetilkirin fîlm kişandiye û wiha got. “Ez bi çend hevalên xwe re hatim gel hev, nanek kirî û bi kamereyekê dest bi kişandina fÎlm kir. Ev fîlmê me yê destpêkê bû. Filmê rastî eleqeyeke mezin hat û ev jî cesareta me zêdetir kir.”    ‘HEMÛ TIŞTÊN MUN BIHÎSTINE’   Yilmaz destnîşan kir ku tiştên ku dikişîne hemû tiştên dibîne û dihîzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû mijûliyên ku min bi guhê xwe bihîstiye, nûçeyên ku min dîtine û bûyerên ku ez li kuçeyê rast hatime ne. Vahîde dayika min bû. Karektera sereke ya Mijûliyên Odeyên Mueyneyê hevaleke min bû. Jinên minbicî jî hevalên min ên ku min hê ew nas nekiribûn.” Me derfetin di destê xwe de li pêş xist û domand.”   ‘HER ÇÎROKA KU JIN DINIVISÎNIN GIRÎNG E’   Yilmaz got ku sînemaya herî zêde jê hez dike hunera heftemîn e û herî dawî ev tişt anîn ziman: “Hilberîn ji bo sînemayê gelek girîng e. Her çîroka ku jin dinivisînin girîng e. Divê çîrokên sînemayê ji destê jinan bên bihîstin û hîskirin. Her tiştê jin dihilberîne pir bi qîmet e, divê bê nivîsandin û nîşandan. Dîtbariya jinê gelekî li sînemayê tê.”    MA / Necla Demîr