'Qeyûm daran dibire, li şûna wan kulîlkan diçîne’ 2018-08-08 09:16:42 WAN - Ekolojîst Fatîh Şahîn, diyar kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin, ekolojiyê wêran dike û got: “Qeyûm daran dibire û li şûna wan kulîlkên demsalî diçîne. Heya niha 10 hezar dar birîn, 50 hezar dar bê av hiştin, 3 donim erda zîlan tune kir û Gola Wanê tije xurde kirin.”   Qeyûnên tayînê şeredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê hatin kirin, dinava 2 salan de ekoloji wêran û talan kirin. Qeyûmên tayînê şaredariyên bajêr û navçeyan hatin kirin, bi hezaran dar birîn, Gola Wanê tije xurde kirin û 3 donim erda zîlan talan kirin.  Ekolojîst Fatîh Şahîn bal kişan ser texrîbatên qeyûman û wiha axivî: “Darên qirase birîn û şûna wan kulîlkên demsalî çandin. Bi temamî ev talankirina xwezayê ye. Qeyûman heya niha 10 hezar dar birîn û 50 hezar dar bê av hiştin.”   ‘QEYÛMAN JI DERVEYÎ TEXRÎBATAN TU TIŞTEK DIN NEKIRIN'   Şahîn, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Qeyûman destpêkê gotin dê Gola Wanê paqij bikin û ji zibalan jî enerjiye hilberînin. Lê yek ji van jî ne anîn cih. Li şûna van tenê hin ronîkirin û bi kulîlkên demsalî çav boyax kirin. Qeyûman ji derveyî texrîbatan tu tiştek din nekirin û kêra tiştek din nehatin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin 7 hezar darên sêvan ên Fîrmaya Organîzeya Çotkariyê (VOTAŞ) ên firotin Odeya Bazirganî û Sanayiyê (VANTSO) a Wanê, hatin birîn.  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mêzin VOTAL’ê ji bo alîgir û rantvanan pêşkêş dike.”   ‘HÎNA JÎ XURDEYAN DAVÊJIN GOLÊ’   Şahîn, anî ziman ku qeyûma bermahiyên înşaetan davêjin golê û wiha bilêv kir: “Hemû dengeya xwezayê xerab kirin. Peravên îskeleyan û gelek qadên nêzî peravan bi xurdeyan hatine dije kirin. Îskele veguhestine dêzên betonê. Bi vê yekê dengeya xwezayê xerab dikin.”   ‘JI XWE HIŞMENDIYA QEYÛM JÎ EVE’   Şahîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mirovekê ku ne ji herêmê be, cigera wî neşewite, heskirina daran di dilê wî/wê de nebe, dê daran jî bibire û xurdeyan jî bixe Gola Wanê. Hişmendiyeke ku herî zêde zirar bide herêmê û gel dişînin vê derê. Ev mirov di tevahiya jiyana xwe de darek jî neçandin.  Ji bo ku darên dibirîn rewa bikin, dibêjin ‘em ê li şûna darên me birîn, darên nû bi çînin.’ Dar birîn û li şûna wan kûlîlkên demsalî çandin, teqez projeya avakirina nijada serdest a mînaka Hîtlere. Hişmendiya li şûna darên dibire, kulîlkan diçîne, ya rast hişmendiya qeyûm bixwe ye.”   MA / Mahmut Ruvanas