Kulu: Çar hawîrdorên Dersimê di şînê de ye 2018-08-08 09:15:33   DERSIM – Hevserokê Giştî yê DAD’ê Musa Kulu diyar kir ku ji ber qedexeyên leşkerî însan nikarin navendên baweriyê ziyaret bikin û got: “Ev pêkanîn, li dijî tunekirina baweriya me ye. Navendên me yên baweriyê di şînê de ne.”    Li Dersimê di du-sê salên dawî de ji ber operasyon û pevçûnên leşkerî navendên baweriyê nayên ziyaretkirin. Her wiha gelek herêmên Dersimê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” hatine qedexekirin û ev qedexekirin jî li pêşiya çûyîna şûngeh û warên pîroz ên elewîtiyê asteng in. Elewî didin xuyakirin ku îbadexaneyên wan di şînê de ne. Bi taybetî navendên baweriyê yên mîna Dolubawa, Sultanbawa, Çiyayê Zel, Çiyayê Kirklar û Azîz Abdal û çûyîna bi dehan ziyaretgehan ji ber polîtîkayên ewlehiyê û qedexeyê nayên ziyaretkirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Musa Kulu der barê van qedexeyên li pêşiya warên pîroz ên elewiyan axivî û got: “Ev pêkanîn, li dijî tunekirina baweriya me ye. Ji ber van pêkanînan navendên me yên baweriyê di şînê de ne.”   ‘DIXWAZIN DERSIM BÎAT BIKE’    Kulu diyar kir ku erdnîgariya Dersimê di bin zilmê de ye û wiha got: “Li ser vê erdnîgariya ‘Harde Dewrêş (Erdê Dewrêş)’ tu dewlet, împarator û hêz heta 1938’an nikaribûye serdestiya xwe ava bike. Di dinyayê de tenê qanûnên taybet ji bo herêma Dersimê hatine derxistin. Dixwazin ziman, çand û baweriya gelê vê herêmê entegreyi pergalê bikin. Dixwazin vê civakê bînin halê ku bîat bike. Dixwazin demografiyek tune çêbikin.”    ‘ÇAR HAWÎRDOR QEDEXE KIRIN E’    Kulu destnîşan kir ku bi taybetî di 2 salên dawî de bi operasyonên leşkerî û îlankirina herêmên qedexe  dixwazin elewiyan ji warên wan ên pîroz bikin û wiha domand: “Dixwazin navendên pîroz ên elewiyan bidin jibîrkirin. Bi van polîtîkayên teslîmkar û ewlehiyê dixwazin Dersimê dorpêç bikin. Li çar hawîrdorên Dersimê kuleyên û kalekolên leşkerî hatine çêkirin. Ev têr nekir, di demên dawî de tenê li Geliyê Pilemûriyê 17 heb kuleyên çavdêriyê tên çêkirin. Ji ber van polîtîkayên çewsîner, qedexekirî û ewlehiyê mirov nikarin navendên baweriya xwe ya pîroz ziyaret bikin.”    ‘NAVENDÊN PÎROZ Û MIROV ŞÎNÊ GIRÊ DIDIN’    Kulu anî ziman ku hema bêje li ber her navendek pîroz kalekol ava kirin e û wiha pêde çû: “Bi vê yekê tenê ne çûyîna navendên pîroz her wiha çûyîna gundan jî tê qedexekirin. Ev pêkanînên li dijî tunekirina baweriya me ne. Di heman demê de tunekirina şûnwarên me yên pîroz in. Ji ber van pêkanînan navendên me baweriyê di şînê de ne. Çunkî li gorî pêwîstiya baweriya me hemû gerdûn zindî ye. Em nikarin biçin şûnwarên xwe tewaf bikin. Çumkî ew bi mirovan hene. Heke însan nikaribin biçin wir, nikaribe dia û niyazan bike, hem mirov şînê digirin û û hem jî ziyaretgehên me di şînê de ne. Ji ber van qedexe û nokteyên leşkerî mirov êdî naxwazin biçin navendên baweriyê.”    MA / Semra Turan