ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-08 09:00:49 * Li ser îşkenceya ku li Şapatanê ji aliyê tîmên teybet ve hat kirin de salek derbasbû, lê heta niha kesek jî nehat darizandin. Gundiyan, anîn ziman ku derûniya wan hîn jî baş nebûye, qêrîna  îşkenceyê hê jî li her derê gund xwe dide nîşandin û gotin: "Em tu carî wê rojê û îşkencey li me hat kirin jibîr nakin."    * Li Rihayê, çavê sewalvanan li Cejna Qurbanê ye. Çend roj ji cejnê re mane, lê belê li bazara heywanan hîn jî tu liv û tevger xuya nabin.    * Serokê komîsyona  Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek, bal kişand ser binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê û got: "Raydarên girtîgehê polîtîkayên rageşiyê birêve dibe. Ji bo ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin, divê rayedarên girtîgehê dest ji polîtîkayên rageşiyê berde."   * Rêveberê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayê Emîn Bûlût, bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle û got: "Li Heskîfê Tofana Nûh û Dagiriya Moxolan bi hev re rû dide."    * Li Rihayê karkerên çandiniyê ku di germahiyeke heta 50 pileyî diçe de rojê 12-13 saetan dixebitin, diyar kirin ku tu ewlehiya wan tune ye û bi heqedesteke kêm dixebitin. Karkeran got, xebatên rêxistinên kedê yên di vî warî de kêm in.    *  Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, diyar kirin ku bi sererastkirina nû re Rewşa Awarte mayînde bûye û ev yek derî qanûna bingehîn e. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl destnîşan kirin ku ew vê qanûnê nas nakin û divê demildest bê betalkirin.    * HDP, bi her cure çewisandinan re rû bi rû dimîne. Vê carê jî şêwirmendên ku dê bi parlementeran re bixebitin, bi hinceta "lêkolînkirina arşîvê" daxwazên wan ên ji bo xebatê hatin redkirin.    * Hevserokê Giştî yê DAD’ê Musa Kulu diyar kir ku ji ber qedexeyên leşkerî însan nikarin navendên baweriyê ziyaret bikin û got: “Ev pêkanîn, li dijî tunekirina baweriya me ye. Navendên me yên baweriyê di şînê de ne.”    * Ekolojîst Fatîh Şahîn, diyar kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin, ekolojiyê wêran dike û got: “Qeyûm daran dibire û li şûna wan kulîlkên demsalî diçîne. Heya niha 10 hezar dar birîn, 50 hezar dar bê av hiştin, 3 donim erda zîlan tune kir û Gola Wanê tije xurde kirin.”   *  Derhêner Cemre Yilmaz ku pirsgirêkên jinan paşguh nekir û bere qamereya xwe da jinan û diyar ku ji bo wê ya girîng di sînemayê de dayîna hesta jinê ye. Yilmaz got ku di wê baweriyê de hest jinan bigihîne cihekî baş.   * Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku tecrîtek girankirî ya taybet li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û got: “Tecrîta li ser Ocalan kaosa li Rojhilata Navîn mezintir dike ger tecrît rabe dê ev kaos jî bi dawî bibe.”   * Rojnameger Denîz Firat a li Kampa Mexmûrê di 8'ê Tebaxa 2014'an de, di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, dê li Çaldirana Wanê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)