Nûçegihana me Demîr hat binçavkirin 2018-08-07 17:36:59   AMED – Nûçegihana me Rûken Demîr a ku polîsan serê sibê li Îzmîrê bi ser mala wê de girtibû li Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Nûçegihana ajansa me Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr li mala xwe ya navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Bi hinceta der barê Demîr de biryara binçavkirinê heye polîs çûn mala Demîr û ew binçavkirin. Polîsan destê Demîr kelepçe kir û ew birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê. Sedemê binçavkirina Demîr nehat zanîn.    Li aliyê din polîsan serê sibê bi hinceta biryara lêgerînê heye li Îzmîrê bi ser mala rojnameger Demîr de girtibûn, dest danîbûn ser kompûtir û hin pirtûkan.