Surucu pirsgirêka avê ya 16 gundan bir Meclîsê 2018-08-07 14:13:12   RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu pirsgirêka avê ya 16 gundên girêdayî navçeya Hewagê ya Rihayê bir Meclîsê.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu pirsgirêka avê ya 16 gundên girêdayî navçeya Hewaqê ya Rihayê bir Meclîsê. Gundiyan ragihandibû ji ber avê nadin wan hemû dexlê wan ziwa bûne. Li ser vê yekê Surucu ji bo pirsgirêka cotkaran û gundan pêşniyazname pirs da Wezîrê Karê Avê û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî û xwest bibersivîne. Surucu di pêşnyazname da wezîr de wiha got: “Eraziyên çandiniyê yên 16 gundên Hewagê ji ber nêzî 4 meh in av nayê dayîn hemû dexla wan hişk bûne. Bi hezaran dekar eraziyên çandiniyê bi ava Bendava Ataturkê tên xwedîkirin. Bi hinceta ‘pompeyên avê naxebitin’ eraziyên gundiyan terkî qedera xwe hatine kirin.”