Rojnameger Berzan Guneş tehliye bû 2018-08-07 13:44:30 ÎDIR – Rojnamegerî girtî Berzan Guneş, di rûniştina yekemîn a doza xwe de tehliye bû.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş di 11’ê Hezîranê de dema li navenda Şirnexê nûçeyek dişopand ji aliye polîsan ve hatibû binçavkirin û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatibû girtin. Rûniştina yekemîn a doza Guneş li Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê hat dîtin. Guneş ji Girtîgeha Tipa T a Şirnexê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû û tehliye bû.