‘Em ji ber ku zimanê me diparêze dengê xwe didin HDP’ê’ 2018-08-07 12:39:25   AMED – Welatiyên Amedê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî HDP’ê dan û diyar kirin ku ji ber ku ziman û ramana wan diparêze dengê xwe didin HDP’ê’   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya çend rojan di 5’emîn Kongreya Baskê Jinan a AKP’ê de axivî û bi van gotinan: “Dê hesab ji kesên ku ji bo ketina parlamentoyê denge dan HDP’ê bê pirsin.” gef li dengdêrên HDP’ê xwar. Amediyan bertek nîşanî van gefên Erdogan da û diyar kirin ku ji ber ku ziman û ramana wan diparêze dengê xwe didin HDP’ê’   Welatiyê bi navê Îbrahîm Adiyaman da zanîn ku ji ber parastina nasnameya xwe dengê xwe dide HDP’ê û wiha got: “Heke ev tişt ji hêla desthiatê ve bên gotin ev şerm û şaşiya wan e. Em ji ber ku ziman û ramana xwe diparêzin dengê xwe didin HDP’ê. Kijan partî kurdiyê biparastina min ê dengê xwe bidana wan. Min heta îro kurdiya xwe parastiye dê ji niha şûn de jî biparêzim.” Adiyaman destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin alozî li Tirkiyeyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayik digirîn. Mirov dimirin. Agir bi mala gelek kesî dikeve. Kes li rojava nikare bigere. Li gelek cihan ji ber ku kurd im kar ji xwe re nabînim.”    ‘EZ JI PARTIYA XWE MEMNÛN IM’   Welatiyê bi navê Abdûlhalûk Tûran bertek nîşanî gefên Erdogan da û wiha axivî: “Em dixwazin partiya me her tim li meclisê be û mafê me biparêze. Mecliseke bê HDP nabe. Nêrîna partiyên din ên ji bo pirsgirêka kurd samîmî nabînim. Ez ji partiya xwe memnûn im.” Welatiyê bi navê Huseyîn Încel jî got ku dengdayîn û çûne HDP’ê ya meclisê rastiyeke û ev tişt anîn ziman: “Divê hurmet ji vê rastiyê re bê nîşandan. Ji berê ve gelek partî bi derewên xwe yên li ser pirsgirêka kurd bûne desthilatdar. Heke AKP çarseriyeke peyda neke dê nepêkan e bibe paşeroj.”    ‘GEFXWARIN TUNEHESIBANDINA  MÎLYONAN E’   Încel di berdewamê de jî da zanîn ku gefxwarina li hemberî partiya nûnertiya wan dike nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gefxwarina li hemberî înakara 6 milyonan e. Tu kes nikare vê mozaîkî xera bike. Divê hebûna mirovên din li ber çavan bên girtin û siyaset bê kirin. HDP êdî ne li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê tê nasîn. Tenê ne li dijî HDP’ê li dijî kîşan partiyê gef bê xwarin, ev polîtîkayeke şaş e.”