‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’ 2017-10-20 09:19:00 STENBOL – Rojnameger Metin Yoksu yê tevî 3 rojanamegerên girtî ên ji ber e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak tê darizandin wiha got: “Ya ku dê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye û ji ber vê divê em piştevaniyê xurt bikin.”  3 jê girtî 6 rojnamegerên ji ber ku e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hatibûn bidestxistin û weşandin, kirin nûçe tên darizandin dê di 24’ê Cotmehê de cara ewil derkevin pêşberî dadwer. Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Dîcleyê ku bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat ku bi awayekî girtî û nûçegîhana ETHA’yê Derya Okatan, nûçegîhanê DÎHA’yê Metin Yoksu û rojnameger Eray Sargin ku bi aweyekî negirtî tên darizandin wê roja sêşemê li Çaglayanê li Dadgeha Cezayê Giran a 29’emîn a Stenbolê  derkevin pêşberî dadwer. Rojnameger Metin Yoksu têkildarî dozê axivî û got ku tenê bi piştevaniyê her 3 rojnameger dikarin ji girtîgehê derkevin.    'ROJA HESABPIRSÎNÊ’    Yoksu, bi bîr xist ku 25 rojan ew di bin çavan de mane û wiha got: “Me nizanibû em bi çi tên tawanbarkirin. Heta polîsên em binçav kiribûn jî nizanibûn, ji bo çi em hatine binçavkirin.” Yoksu, dest nîşan kir ku roja danişînê di heman demê de roja hesabpirsînê ye û wiha got: “Hin tiştên ku em bipirsin hene û em ê bipirsin. Karê me rojnamegerî ye û karê rojnameger jî ew e ku ji bo di rêça heqîqetê de bimeşe divê pirsan bike.” Yoksu diyar kir ku sedema binçavkirina wan û girtina hevpîşeyên wan aşkere ye û wiha got: “Di şexsê me de xwestin ji çapemeniya azad re bibêjin ‘bêdeng’ bin. Lê belê ev nayê wateya em ê bêdeng bimînin. Bêdengî, nenivîsandin îxaneta herî mezin e ku li mîrateya Apê Mûsa, Metîn Goktepe, Gubetelli Ersoz e. Tu neyteke me yî ku em îxanetê li vê mîrateya hêja bikin tune ye. Pir aşkere ye ku ji bo çi Omer Çelik hatiye girtin. Ji ber li pêyî heqîqetê çû û rastî derxistin holê. Em hay ji vê rewşê hene û çawa ji bin çavan derketim wek Omer min rojnamegerî kir.”    Yoksu, mudaxiliya Wezîr Albayrak a ji bo dozê jî nirxand û wiha got: “Beriya her tiştî wê Wezîr Albayrak wek wezîrekî ku 6 rojnameger 25 rojan di bin çavan de hişt û 3 rojnamager jî dan girtin derbasî dîrokê bibe.”    ‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN’    Yoksu, diyar kir ku ji bo danişîna ewil a rojnamageran hin kampanya tên lidarxistin û ev tişt gotin: “Komên wek Rojnamegerên Derve, Ez Rojnamager im ji bo hevpîşeyên me yên girtî kampanyayan li dar dixin û em jî piştevaniya wan dikin. Em li ser civaka medyayî dikin rojev. Ji bo roja danişînê gel bê çi ji destê me tê em dikin. Me bihîst ku dê roja danişînê karkerên li ber xwe didin, rojnamager, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û hwd. li wir bin.” Yoksu dest nîşan kir ku roja danişînê roja parastina rojnamegeriyê ye û wiha got: “Omer Çelik ew rojnameger e ku binpêkirinên li Sûr, Cizîrê ragihandin. Ji ber vê divê em ji bo parastina mafê nûçewergirtinê li cem wan bin Ya ku dê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye û ji ber vê divê em piştevaniyê xurt bikin.”