Dosyeya ku dadger got 'tu qisûra rayedaran tune ye' şandin AYM'ê 2018-08-07 09:32:17   ŞIRNEX - Îtiraza ji bo biryara neşopandina lêpirsîna derbarê Ata Borçîn ê di qedexeyên derketina derve de li Cizîrê jiyana xwe ji desta da hat, redkirin. Ji bo biryara hat gotin "Ne mimkûne ku mirov ji rayedarên qedexe îlan kirin re bêje kêmasî kirin" serî li AYM'ê hat dayîn.       Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve ku di 42ê Îlona 2015'an de hatibû îlankirin de Ata Borçînê 71 salî krîza dil derbas kiribû û miribû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê mirina Boçîn de bi îdiaya "Peywira xwe nebaş bi cih anîne" lêpirsîn dabû destpêkirin. Di nava salê de der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatibû dayîn.    'NE MUMKUN E KU QISÛR BI RAYEDARAN VE BÊ DANÎN'    Piştî vê biryarê parêzeran li Dadweriya Cezayê Sulhê îtiraz li vê biryarê kir. Lê belê dadweriyê îtiraza parêzeran jî red kir. Dadweriyê parast ku ne mumkun e ku qisûr bi rayedarên ku qedexe îlan kirine ve bê danîn.    Piştî vê biryarê jî parêzeran bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    KURÊ BORÇÎN: AMBULANS NEHAT, BIJÎŞKAN DERENG MUDAXILE KIR    Kur Mesût Borçîn, di îfadeya ku berê dabû de diyar kiribû ku ji ber qedexeyê bavê wî ketibû streê û piştî îlankirina qedexeyê bi rojekê bavê wî nerihet bûye. Kur Borçîn, destnîşan kiribû ku ji bo ambulansê ew li 112'an geriyane, lê ji ber ku ambulans nehatiye wan bi wesayîta cînarên xwe bavê wî biriye nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jî bijîşkan dereng mudaxileyî bavê wî kiriye.