Ciwan li Qada Îstasyonê tên gel hev 2018-08-07 09:12:23   AMED – Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê di 11’ê mehê de li Qada Îstasyonê Şahiya Ciwanan li dar bixe. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag bang li ciwanan kir û got: “Em bi herikin Qada Îstasyonê."   Meclisa HDP’ê ya Ciwanan dê di 11’ê mehê saet 18.00’an de bi şîara “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi cîwanî bi ser kev in” li Qada Îstasyonê Şahiya Ciwanan û Piştevaniya bi Gel re li dar bixe. Di şahiya ku Saziyên Civakî yên Sivîl û Parlamenterên HDP’ê beşdar bibin de dê Koma Çiya, Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Azad Bedran û Rûken Yilmaz û Koma Erbanê jî derkevin ser dikê û stranan bibêjin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag têkildarî şahiyê axivî û diyar kir ku jin û ciwan serkeftina xwe ya ku di 24’ê Hezîranê de bi dest xistibûn dê di şahiyê de careke din tacîdar bikin. Dag her wiha ji bo şahiyê banga “Em bi herikin Qada Îstasyonê” li ciwanan kir.    Endamê Meclisa Partiyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûat Aslan jî da zanîn ku ciwanan di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de peywira pêşxistina civakê girtine ser milê xwe û wiha got: “Heta îro ciwanan rol û misyona xwe bi cih aniye. Em wek ciwanên Amedê ji bo rihê piştevaniyê derxin holê li Qada Îstasyonê bin.” Aslan herî dawî banga tevlîbûnê li ciwanan kir.