Edene bi pîleya 3.8 hejiya 2018-08-06 16:38:57 EDENE – Li Edeneyê bi pîleya 3.8 erdhej çêbû. Di erdhejê de avahî xesar nedîtin û tiştek bi kesî nehat. Li Edeneyê saet di 14.27’an de bi pîleya 3.8 erdhej çêbû. Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberita Rewşa Lezgîn û Bobelatê (AFAD) têkildarî erdhejê daxuyaniyek da û ragihand ku erdhej li navçeya Yûmûrtalikê çêbû ye. Her wiha hat ragihandin ku erdhej li navçeyên mîna Ceyhan, Seyhan, Çûkûrova, Sariçam û Yuregîrê jî hatiye hîskirin.    Li gorî agahiyên  destpêkê di erdhejê de avahî xesar nedîtin û tiştek bi kesî nehatiye.