Cenazeyê girtiyê nexweş Aytek hat definkirin 2018-08-06 16:30:00 AMED – Cenazeyê girtiyê nexweş Selahattîn Aytek ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin û vê sibehê jiyana xwe ji dest da hat definkirin.  Cenezeyê girtiyê nexweş Selahattîn Aytek ê ji ber nexweşîna Herediter Spastik Paraparezi (HSP) di îlona 2015’an de hatibû berdan û li nexweşxaneyê derman dibû jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Malbatê cenaze ji nexweşxaneyê wergirt û anî mizgefta Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê wecîbeyên alî anî cih. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisogullari û Hişyar Ozsoy, rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li merasîma cenaze bûn.    Piştî definkirina cenaze, Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci axivî û got: “Hevalê me Selahattîn ji ber şertên giran ên girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ne şehîdê malbatê bi tenê ye, şehîdê hemû Kurdistanê ye. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bila malbata me serbilind be. Şehîd namirin.”    Piştî karê definkirinê girse ji ser goristanê belav bû. Dê şîna Aytek li Mala Şînê ya Licê ya li navçeya Rezan bê qebûlkirin.