HDP: Ji bo girtiyên nexweş divê komîsyona lêkolînê ava bibe 2018-08-06 15:15:08   ENQERE – HDP ji bo girtiyên nexweş ên li ber sînorê mirinê, riyên çareseriyê bi lizgînî bê hilberandin pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê.    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, rewşa girtiyên nexweş ku di nav de yên li ber sînorê mirinê ne hene veguhest rojeva Meclîsê. Beştaş ji bo tişta dibe sedemê mexduriyeta şertên girtiyan û ji bo demildest di nava şertên mirovî de bên dermankirin pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclîsê.    Beştaş di hinceta pêşniyaznameyê de diyar kir ku hikumet ji çareserkirina pirsgirêkê dûr e û got: “Li ser vê yekê şertên der mirovî jî dema lê tê barkirin, nexweşîn giran dibe. Nexweşîna girtiyan li pêş dikeve. Mixabin bi vî awayî jî xebera mirinê ji girtîgehan tê.”    Beştaş bal kişand ser daneyên Wezareta Dadê ya der barê girtiyên ji 2009’an ve li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane hejmara wan 2 hezar û 300 kes in. Beştaş anî ziman ku di girtîgehan de girtiyên rewşa wan giran hezar û 154 girtî hene û wiha dewam kir: “Li gel raporên nexweşxane û saziyên tiba edlî dane jî 1154 girtî hêj di girtîgehan de tên ragirtin. Divê ku Wezareta Dadê der barê ne berdana girtiyên nexweş û ne dermankirinê de rewşê rave bike.”    'CÛREYEK ÎŞKENCEYÊ’    Beştaş dermankirina şaş a girtiyan, ne dermankirina girtiyan û girtiyên bo nexweşxaneyê tên sewqkirin jî ku seraserî rojê di maşîneya rîngê de tên ragirtin jî mîna “cûreyek îşkenceyê” binav kir.    ‘KOMÎSYON BILA AVA BIBE’    Beştaş destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş ên li ber sînorê mirinê ne, riyên çareseriyê bi lizgînî bê hilberandin xwest ku komîsyona lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.