Li Geverê 5 gundiyên din jî hatin binçavkirin 2018-08-06 14:12:02   COLEMÊRG – Li Geverê 5 kesên di nav de yên Nurcan Karakaya û pidikê wê rakirin nexweşxaneyê jî hene hatin binçavkirin.    Li gundê Qadiyan a navçeya Geverê ya Colemêrgê hevjîna binefser Nurcan Karakaya û pidikê xwe 11 mehî Mustafa di teqînekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Duh bi şev leşkeran têkildarî bûyerê bi ser gund de girt û li malan lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê 5 kesên di nav de yên Karakaya û pidikê wê rakiribûn nexweşxaneyê hene jî hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku dema leşkeran welatiyan binçav dikirin heqaret li wan kirin û 2 welatî hatin derbkirin.    Piştî bûyerê jî leşkeran bi ser heman gundî de girtibû û 20 kes binçavkiribû. Ji van 18 kes pişt re hatibûn berdan.