ÎHD: Em santrala nukler naxwazin 2018-08-06 13:37:45   ADANA – Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Raîf Bozdemîr diyar kir ku ew ê karesata nukler a li bajarên Nagazakî û Hîroşîma qewimîn ji bîra nekin û got “Santrala nukler bermayiyên şer û teknolojiya mirinê ye. Em li welatê xwe û dinyayê santralên nukler naxwazin.”    Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi boneya Dewletêtên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) di 6'ê gulana 1945'an de bombeyên nuklerî avêt ser bajarên Nagazakî û Hîroşîma yên Japonyayê û karesatek mezin rû dabû li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Santrala nukler ji bo hemû zindiyan mirin e” vekirin. Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Raîf Bozdemîr di civînê de axivî û anî ziman ku roja 6’ê tebaxa 1945’an cara yekemîn e ku mirovatî bi belaya bombeyên nukler re hevrî dimîne.    ‘EM NUKLER NAXWAZIN’    Bozdemîr bi bîr xist ku li bajarên Nagazakî û Hîroşîma bi sed hezaran mirov di kêliya ewil de û pişt re jî bi sed hezaran mirov di nava êşê de jiyana xwe ji dest da û xesarek genetîk pêk hat û neviyên yên ji bombebaranê xelas bûn jî di nava êşê de dijîn. Bozdemîr wiha got: “Enerjiya nukler talûkeya mirinê ye. Teknolojiya çopê ye. Dinya dev jê berdide, yên me nû destpê dikin. Ev ji bo berjwendiyên kî ne. Wê mirovahî karesata li Nagazakî û Hîroşîma ji bîr neke. Berpirs ders ji vê karesatê dernaxin û rê li ber karesatên nû vedikin.  Santrala nukler bermayiyên şer û teknolojiya mirinê ye. Em li welatê xwe û dinyayê santralên nukler naxwazin. Santralên nukler binpêkirina mafê mirovan e û em ê destûr nedin.”