Hemama Artuklu ya dîrokî ji cihê wê barkirin 2018-08-06 13:04:25   ÊLIH – Li Heskîfê Hemama Artuklu ya 650 salî bi boneya dê di binê ava Bendava Ilisû de bimîne veguhestin Heskîfa Nû ya ji aliyê TOKÎ ve hatiye çêkirin.    Li navçeya Hesîfê ya Êlihê Hemama Artuklu ya 652 salî ku bi qasî giraniya 500 tonî ye, bi boneya di bin ava Bendava Ilisû de nemîne bi amûra “SPMT” a 256 tekerê wê hene hat veguhestin. Hemamê veguhestin Parka Çandî ya Heskîfa Nû ya ji aliyê TOKÎ’yê ve hatiye çêkirin. Veguhestinê nêzî 3 saetan dom kir. Hemamê birin kêleka Turbeya Zeynel Beg a ku par veguhestibûn Heskîfa Nû.    Ji bo veguhestina Hemamê merasîm pêk hat û leşker û polîsan tedbîrên zêde girtin. Ji bilî xebatkar û protokola fermî kes tev li merasîmê nebû. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî jî tev li merasîmê bû.   Li aliyê din beriya Hemamê vebiguhezên hin welatî hatin ber hemamê û tirbeyê wêneyan kişandin.