Girtiyê nexweş ê hat berdan jiyana xwe ji dest da 2018-08-06 10:42:45   AMED - Selahattîn Aytek ê girtî di 2015’an de hatibû berdan, li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Selahattîn Aytek bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” di sala 2005’an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Aytek li girtîgehê bi nexweşîna Heredîter Spastîk Paraparezî (HSP) ket û bû nexweşê nav nivîna. Aytek nikaribû pêdiviyê xwe rojane pêk bînê û di 15’ê îlona 2015’an de hatibû berdan. Aytek ê hat berdan li Amedê, Enqere û Kocaeliyê tedawî dît. Li gel hemû dermankirinê jî rewşa Aytek baş nebû û êdî nikaribû dest û lingê xwe bikar bîne.    Herî dawî Aytek 6 meh berê ji xeberdanê de jî ket û li malê dihat dermankirin. Piştî ku rewşa Aytek girantir bû malbatê wî mehek berê rakirin nexweşxaneyek taybet û li vir dihat dermankirin.    Hat zanîn ku Aytek ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.     Aytek piştî di 2005’an de hat girtin, salek şûn ve hat berdan. Di 2008’an cezayê Aytek hat erêkirin û carek din hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Aytek di 2010’an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatibû kirin.    Aytek herî zêde li dijî xemsariya li dijî nexweşîna xwe derketibû û nebûna piştevaniyê rexne kiribû.