Cenazeyek gule ji serê xwe xwar hat dîtin 2018-08-06 10:02:31   STENBOL – Li eraziyek vala yê navçeya Sancaktepeyê cenazeyek ji serê xwe gule xwar hat dîtin. Têkildarî bûyerê kesek hat binçavkirin.    Li eraziyek vala yê li ser kolana Adaletê ya li taxa Abdurrahmangazî ya girêdayî navçeya Sancaktepeya Stenbolê cenazeyê aîdî zilamek gule ji serê xwe xwariye hat dîtin. Hat gotin cenaze aîdî kesek temenê wî 25-30 salî ye û nasname li ser derneketiye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.    KESEK BINÇAV KIRIN    Piştî dozger û polîsan li cihê bûyerê lêpirsînê temam kir, cenaze rakirin morga Saziya Tiba Edlî.    Hat zanîn ku kesek têkildarî bûyerê hatiye binçavkirin û lêpirsîn didome.