Rojnamevan Guneş û Ataman dê sibê bên mehkemekirin 2018-08-06 09:15:15 ŞIRNEX – Rojnamevan Barzan Guneş ku li Şirnexê girtiye, sibê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îdirê derkeve pêşberî dadger. Her wiha rojnamevan Ziya Ataman ku ji sala 2016'an ve girtiye jî dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Şirnexê derkeve pêşberî dadger.  Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Barzan Guneş ku di 11'ê Hezîranê de dema nûçe dişopand hat binçavkirin û paşê hat girtin û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Ziya Atamanê ji 11'ê Nîsana 2016'an ve girtiye dê sibê derkevin pêşberî dadger.    DÊ MLSA Û IPI JÎ DANIŞÎNA GUNEŞ BIŞOPÎNIN    Nûçegîhanê MA'yê Berzan Guneş dê sibê cara ewil derkeve pêşberî dadger. Guneşê ku bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hat vekirin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îdirê tev li danişînê bibe. Dê Komeleya Xebatkarên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (İnternational Press İnstitute-IPI) jî danişîna doza Guneş bişopînin.    DÊ ATAMAN JÎ LI ŞIRNEXÊ DERKEVE PÊŞBERÎ DADGER    Rojnamevan Ziya Ataman jî dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Şirnexê cara sêyem derkeve pêşberî dadger. Ataman dê ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê tev li danişînê bibe. Di dosyeya ku Ataman pê tê darizandin de 9 kes girtî bi giştî 19 kes hene. Ataman û yên di heman dosyeyê de bi îdiayên "Xerakirina yekpareyiya dewletê", "Sêwirandina kuştina bi qesdî ya peywirdarên cemaweriyê", "Hewldana kuştina bi qesdî ya pewyirdarê cemaweriyê", "Bi madeyên sotemeniyî zirardayîna malê cemaweriyê", "Bi madeyên sotemeniyî bi qesdî zirardayîna mal", "Muxalefeta li hembaerî Qanûna Jimare 6136'an" û "Di çarçoveya fealiyetên rêxistinekê de bêyî destûr peydakirina madeyên talûke" tên darizandin.